Ajansên nûçeyan û rojnama Washington Post di raportên xwe de nav nedane belê li du gotina hin dîplomatan dibêjin Îran dest bi zaxkirina perçeyeke piçûk ya uranyumê kirîye.
Ajans dibêjin vê heftîyê di van rojen bên de ev karên nû yên Îranê wê di raporteke Ajansa Hêza Atomî ya Navnetewî de bêne belav kirin.
Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî ji Îranê dixwaze ku heta roja pêncşemê zaxkirina uranyumê rawestîne.
Karbidestên Îranê dibêjin mafê Îranê heye ku uranyumê zax bike.
Roja sêşemê serokê Îranê Mahmud Ahmedînecad got, tu mafê Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî li Îranê tune.
Lê peyivdarekî Wezareta Derve ya Amerîka gotibû eger Îran heta dawîya muhletê li du daxwaza Civata Tenahîyê karê xwe yê navokî ranewestîne, ew bawer e ku wê tole liser Tehranê bêne danan.
Welatên rojavayî Îranê tawanbar dikin bi şika ku ew çekên navokî çêdike. Îran jî dibêje bernameya wê ya navokî bi armancên aştîyane ye.