Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Îsrałê xwe ji dora bajêrê Xezze vedikêşe

Leşkerê Îsrałê dibêje serbazên wê xwe ji dora bajêrê Xezze ya ku ev şeş rojên dawî lê kiryar dikirin vedikêşin.

Roja çarşemê şer û pevçûn li devera Xezze pêtir bûbûn û ji destpêka şer li roja şembîyê û virdaye bi kêmî ve 18 Fililstînî ji alî serbazên Îsraîlê ve hatine kuştin.

Şahidên Filistînî û diktor dibêjin hêzên Îsraîlî hêrîşên esmanî û teqekirin birin ser milîtana li nêzîkî bajarê Xezze. Hinek ji wan kesên kuştî xelkên sîvîl bûn.

Filistînî dibêjin hêzên Îsraîlê li Kenara Rojava komandarekî komela militant ya Filistînî kuştîye û di lêkdaneke kin de li bajêrê Nablus sibêdeya roja pêncşemê çar çekdar birîndar kirine.

Leşkerê Îsraîlî dibêje lêvekola xuya kir ku 150 metre tuneleke dirêj li bin erdê ji Şecaîye hetta Karnî ji cîyê vekolînê derbas bû bo Îsraîlê diçe. Leşker dibêje militantên Filistînî nexşe hebûn êrîşa bikin li cîyê vekolînê.

Ji alîyekî din ve Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Kofi Annan daxwaza domahî înana hêrîşên Îsraîlî li Xezze kir ku bû egera kuştina bêhtir ji du sed Filistînîyan, ku ji wan gelek kes sîvîl bûn. Wî herwisa ji milîtanên Filistînî jî daxwaz kir ku êrîşên xwe yên ser bi Îsraîlê ve yên bi muşekan rawestînin.

Hêzên Îsraîlî dest bi van kiryara kiribûn ji bo ku wan êrîşên rojane yên bi muşekan rawestînin û ji bo ku herdu serbazên Îsraîlî yên ku ji alî komeleyên militan ve hatibûn revandin bêne berdan.






XS
SM
MD
LG