Dadgehkirina Saddam Huseyn ya bo Qirkirinê li ser kiryara leşkerî ya li dijî Kurdên Îraqê berî nêzî bîst salan, Enfalê anî nav serpeyamên nûçeyan. Dadpirs dibêjin 180 hezar Kurd hatine kuştin û bi hezaran gund hatine xera kirin. Kurdekî Amerîkî Jano Rosebiani di zincîreke filîman de xwestîye ku xelkê ji vê kiryarê sax filitîne tiştên hatine serê wan bînin zimên.
Di nav zincîra filîmên Jano Rosebiani ya bi nave Mezelên Komkujîyê (Mass Graves) de yek ji wan hevpeyvînên ku dilê meriv pê di perite kesera dayikeke Kurd e dema ku behsa kuştina mere xwe û heyşt zarokên xwe dike di kiryara Enfal ya Iraqê de.
Rosebiani flîmçêkerekî Kurdê Amerîka ye û ev filîmên Mezelên Komkujîyê bi armanca zulma dema hukmê Saddam Huseyn nîşan bide çêkirine.
Ew dibêje “Min dît ku kesek bi rastî tu flîm an jî belgename amade nekirine ku bi kûr û dirêjî an jî bi dil û can ev trajedî û ecêba ku li vê derê bûye û herwisa rastîya ku îdî em dikarin qenî navê Qirkirinê li vê ecêbê bikin bi temaşevanên derve bidin fam kirin . ”
Rosebiani sê filîmên belgename yên bi navên Mezelên Komkujîyê, Alî Kîmyewî û Çekên Komkujîyê bi alîkarîya pereyên ji hikumeta Amerîka çêkirine.
Di hersê filîman de jî dûr û dirêj zulma di dema hukmê Saddam Huseyn de hatîye kirin bi rêya xelkê ku ew yek bi çavên xwe dîtine têne nîşan dan. Xelk behsa van dikin ku ka çewa xizm û nêzên wan li ber çavên wan hatine îşkence kirin û kuştin, çewa ji malên xwe hatine ajotin û çewa ji kîmyabaranê xelas bûne an jî bi tuqûtenê mane.
Zilamek behs dike ku ka wî çewa xwe xelas kiriye û xwe gihandîye kampek ango stargeheke penaberan ya Tirkan lê belê karbidestên wê derê qebûl nekirine ku ew wek qurbanîyekî kîmyabaranê nas bikin. Dibêje “ Me ji Tirkan re behsa kîmyabaranê dikir wan jî ji mere digotin ‘Huş bin, ev we xwe bi agir şewitandîye’.”
Filîmên ku leşkerê Iraqê kişandine ku tê de îşkencekirin û kuştin tên nîşandan dane wî û Rosebiani dibêje ev filîm ewqas dijwarin ku meriv nikare temaşa jî bike.
Dibêje “ Nihêrtina li van filîman weke xewneke xirab wek kabusekê bû, dema ku min li zarokên xwe yên ber pêsîrê dinihêrtin wê meselokên ku wan ji min re behs dikirin bihata ber çavên min ku ka çi dihat sere zarokên wana. Tu dizanî, carna min dikir ku ez dîn bibim. ”
Ku Saddam û her şeş komandarên wî yên leşkerî vêga bi Qirkirina Kurdan têne dadgehkirin ev yek dide ber dilê Rosebiani û bîna wî pê piçek dertê. Ew dibêje filîmên wî doza di dadgehkirina Saddam de tîne ber çavên dinyayê.