Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kofî Annan seredana Iranê diket


Sikirtêrê giştî yê Netewêt Êkgirtî Kofî Annan li Tehran digel karbidestêt Iranî kom bî bu baskirna bernama navokî ya wî welatî û agirbesta nêvbera Israel û Hizbullah.

Birêz Annan roja şembî digel wezîrê derve yê Iranî Manuçehir Mutekî kom bî.

Rêberê Netewêt Êkgirtî got wî divêt basê cêh bi ceh kirna biryara Netewêt Êkgirtî biket ku dumahî îna bi kêşeya hêzêt Israelî û çekdarêt Hizbullah li Lubnanê.

Roja eynî birêz Annan digel serokê Surî Beşar El-Esed kom bî û wî got serokê Surî soz da parastinê tond biket li tuxîvê digel Lubnanê bu ragirtina veguhastina çeka bu Hizbullah.

XS
SM
MD
LG