Hêzêt NATO li Afganistanê dibêjin leşkerên Afganî û NATO bi dehan xirabkarên Talîbanê li herêma Qendehar ya başûrê welat kuştin.
Her wusa sê leşkerên Kanadî di operasyoneke leşkirî, ku roja Şemîyê destpê kir, hatin kuştin.
Wezareta Berevanî ya Afganî ragihand ku nêzîkî 89 çekdar li du rojên şer û lêkdana hatin kuştin.
Hevdem karbidestêt berevanî yên Berîtanî vekolînê li ser egerên ketina firokekê dikin ku têda 14 leşkerên Brîtanî hatin kuştin.