Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bexda bi teqînekê 8 kes hatin kuştin


Polîsên Iraqê dibêjin bi teqîna du bombeyan li bakûra Bexda tevî du serbazên Iraqî bi kêmîve 8 kes hatine kuştin.

Polîs dibêje otomobîleke bombebarkirî û bombeyeke li kêleka rê veşartî li du hev di nav deqîqeyekê de teqîyane.

Dibêjin bi kêmîve 36 kes jî bi wan teqînan birîndar bûne.

Ev êrîşên han îro ber destê sibê li ser rêyeke qerebalix, li taxa Qahîre ya Bexdayê ku bi giştî xelkê Şî'e lê dijîn hatine kirin.

Di vê navê de parlamana Iraqê do roja sêşemê mehek din li rewşa tengavîyê zêde kir ku hêzên parastin û tenahîyê karibin baştir li dij tundûtûjîyan şer bikin.

Ji alîkî din ve serokê Iraqê Celal Talabanî got heta dawîya sala were wê hêzên Iraqî karibin barê asayîşa welatê xwe hilgirin û wê hêzên Brîtanî jî di wê demê de karibin ji Iraqê derkevin. Do roja sêşemê rêzdar Talabanî ev gumana xwe li Bexdayê piştî axaftina bi Wezîra Derve ya Brîtanya Margeret Beckettare anî zimên.


XS
SM
MD
LG