Diplomatê bilindê Ewropî û serokê şanda danûstandina navokî yê Îranê dibêjin pêşveçûn bidestve hatîne li kombunêt liser bernama navokîya Îranê.
Li Vîyana, berpirsê sîyaseta derve yê Yeketîya Ewropî Xavyer Solana got danûstandinêt digel Elî Larîcanî berhemdar bûne û danûstandin dê berdewam bin.
Ev danûstandine weheye derfeta dumahîyê ya Tehranê bit da xwe ji toleyêt nêvneteweyî dûr ket.
Her roja yekşembî wezîrê derve yê Îranê got Tehran çalakîyêt zaxkirna uranyumê ranagrit.