Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Berhem Salih rewşa Iraqê anî zimên


Sekreterê giştîyê Neteweyên Yekgirtî Kofi Annan roja duşembî hujdarî da ku we heye Iraq berev şerekî navxwe biçe, heke zêdegavî weke vêga berdewam bibin.

Rêzdar Annan di kombûnekê da li ser destûdarê Iraqê li Neteweyêt Yekgirtî axift ku serokê Iraqê Celal Talabanî soz daye milîşîya bêne helweşandin û hêzên parastina hikumetê ji kesên gunehkar bêne pak kirin.

Ji alîkî din ve Dr. Berhem Ahmed Salih Cîgirê Serokwezîrê Iraqê beşdarî kombûna bi navê "Hevpeymanîya Cîhanî bo Iraqê" bû li bingeha serekî ya Neteweyên Yekgirtî li New Yorkê, li layan Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Kofi Annan.

Dr Salih di hevpeyvîneke digel Beşa Kurdî ya Dengê Amerîka da li ser vê kombûnê axift.

Dibêje 33-34 dewlet beşdarî vê kombûnê bûne; li ser projeya pêşketina Iraqê axaftine û herwisa ku wê ka çawa alîkarîyê bidine vî welatî jibo kêm kirina tundûtûjî û pêşxistina aborîyê. Dewletan bi giştî rêyên jibo piştgirîya bo Iraqa demokratîk û Federal anînê zimên.

Serokê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Omer Şêxmûs di hevpeyvînê de dipirse dibêje berê civata navnetewî dudil bûn bo piştgirîyeke alîkarîya Iraqê, gelo piştî vê kom bûnê dîtinên rêzdar Salih li ser vê meselê hatine guhertin an na?

Dr. Salih dibêje ew hêvî dike ku wê guhertinek çêbibe ji ber ku îdî Iraq welatek bi hikumeteke hilbijartî û destûrî ye û pêwîstîya wê bi alîkarîyê heye ku li dij tundûtûjîyan xwe bigre. Herwisa dibêje Iraqeke aştîxwaz, demokratîk û federal ne tenê qazancek e jibo gelê Iraqê ew herwisa jibo herêmê û civata navnetewî jî qazanc e.

Mesela ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî çend caran anîbû zimên li ser şerê navxweyî yê li Iraqê jê hate pirsîn ka gelo dîtina wî li ser vê meselê çîye û tu çareyên ku ew ji vê meselê re pêşkêş bike hene an na.

Dr. Berhem Salih dibêje, berî her tiştî, ya yekem, ev kêşeya tundûtûjîya li nav welêt bi proseya sîyasî ya Iraqê ve girêdayî ye. Lazime ku hemû alî tevlî vê proseyê bibin û bi xelkê tundrê re rûbirû bibin. Ya duem jî lazime komeleya navnetewî alîkarîyê bide Iraqê ku karibe nehêle ev rewş xirabtir bibe.

Pirseke din jî li ser rewşa Iraqê bû ku ka gelo ev rewşa Iraqê bi rastî wek ku dibêjin ber bi xirabî ve diçe an na. Bi dîtina rêzdar Salih, rewş ji alî emnîyetê ve û nakokîyan ve berev pêş ve diçe û lazime ev kêşe bi bernameyeke jîr û dûrûdirêj zû bê çareser kirin jiber ku şerekî navxweyî hemû alîyan dişewitîne û bidawî anîna vî şerî berjewendîyek e jibo hemû alîyan.

Gelî guhdar û xwendekarên me eger win bixwazin guh bidin vê hevpeyvînê win dikarin ji îro heta sêşema heftîya were di malpera me ya Kurdi de herin rûpela me ya li destê çepê bi nave “Audîyoyên Kurdî” û ji wê derê bernameya roja sêşemê ya demjimêr 9ê sibê bibjêrin û di wê bernamê de li vê hevpeyvînê guhdarî bikin.

XS
SM
MD
LG