Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bexda heyşt Iraqî hatin kuştin


Karbidestên tenahîya Iraqê dibêjin roja pêncşemê li Bexda di du êrîşên cuda de tevî şeş polîs û du sîvîlan heyşt kes hatine kuştin.

Karbidest dibêjin çekdarek li Mansurê êrîşî avahîyeke polîsan kiriye şeş polîs kuştine û yekî din jî birîndar kiriye.

Li bakûra rojhilata Bexda li taxeke Şî'e li bazarekê bi teqîna otomobîleke bombebarkirî du kes hatin kuştin û bi kêmîve heyşt kesên din jî birîndar bûn.

Ji alîyekî din ve peyivdarekî oldarê tundrê yê Şî'e Muqtada El Sadr got, hêzên Iraqî li Necefa pîroz di kiryareke nîvêşevê de alîkarekî wî yê bilind û sê endamên rêxistina wî girtine.

Hêzên Iraqê bi rêyeke fermî berpirsyarîya tenahîya parêzgeha Daqar li başûr ji destê beşa Îtalî ya Hêza Hevalbendîyê wergirt.

Wezîrê Parastina Îtalya Arturo Parisi bi serokwezîrê Iraqê Nurî El Malîkî re tevlî şahîya destveguhestina hêzê bû li Nasirîye.

Parêzgeha Daqar li hember cîhên din piçekî din bi emnîyet û tenha ye û duemîn parêzgeha Iraqê ye ku di bin kontrola hêzên vî welatî de ye.

Berî du mehan hêzên Japonî xwe ji parêzgeha Mutana ya ku bi giştî erdê wê çol in kiribû û kontrolkirina wê dabû destê hêzên Iraqî.

Ev destveguhestina kontrol kirina parêzgehan li Iraqê di nîvê zêdebûna tundûtûjîya tîreyî û êrîşên xirabkaran de pêk hatin.

Di raporteke Neteweyên Yekgirtî ya ku roja çarşemê hate belav kirin de dibêje nêzî 6600 Iraqî di mehên Tîrmeh û Tebaxê de hatine kuştin ku zêdeyî nîvê wan di meha Tîrmehê de hatine kuştin. Ev jimar li hember mehên buhurî gelek bilind e.

General William Caldwellê ku li Iraqê komandarekî bilindê Amerîka ye dibêje bi dîtina wî di meha pîroz ya Misilmanan de, di Remezanê de, ku roja şembîyê destpêdike, wê êrîş zêdetir bibin.

XS
SM
MD
LG