Wezîra Derveya Îsraîlê
Tzipi Livni bi tundî rexne li rêberên Îranê girt û ew xetabar kirin bi handana bidestve înana çekan bo wêrankirina welatê wê.
Di gotara xwe da li pêş Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî duhî çarşembî xanim Livni got çi gefeyên mezintir li ser buhayên me nînin ji bilî rêberên Îranê û ji civata navnetewî xwest dijî vê rawestin.
Berî hingê jî serokê Afganistanê Hamîd Karzaî gote Civatê paşeroja welatê wî li jêr gefeya terorîstan de ye ku ji derveyê welatê wî tên ku eve nîşanek bû ji bo Pakistanê.
Ji cem xwe serokê Pakistanê Prevez Muşerref ev tawane red kir û got Afganistanê karekî baş nekiriye bo rawestandina terorîstan.