Serok Bush evro li Seraya Sipî digel serokê Pakistanî Pervez Muşerref kom bît bo bahskirina şerê dijî terorê.
Berî kombûnê Ceneral Muşerref gote bernama "60 Minutes" li televizyona CBS, ku Amerîkayê gefe li Pakistanê kiribî, ku eger ew welat harîkarîyê digel Amerîka neket li şerê dijî terorê piştî hêrîşêt 11ê Septemberê, Amerîka dê hêrîşekê ket ser Pakistanê.
Wî got cîgirê berê yê Wezîrê Derve yê Amerîkî Richard Armitage ew gefe kiriye.
Wezareta Derveya Amerîka çi daxuyanî li ser gotinên Ceneral Muşerref nedan.
Kombûna evro nêvbera serok Bush û Ceneral Muşerrefî bo heye li ser rawedînan û girtina rêberê El Qaîdeyê Usame Bin Ladenî bît ku wa bawer tête kirin li ser tixubê navbera Afganistan û Pakistanê xo veşartibît.