Desthelatdarêt Iraqî dibêjin bi kêmî 10 kes li zincîreka hêrişêt xirapkara li seranserî welatî hatin kuştin.
Li bajerokê Tele’fer, hêrişberekê xwekuj otombîla xwe nizîkî xaleka vekolîna leşkirê Iraqî peqand û du serbazê kuştin û du yêt dî birîndar kirn.
Li Bexda, çendîn hêriş hatin kirn, li yek li hêrişa otombîlek nizîkî karwanekê polîsê peqî û bi kêmî yek kes hat kuştin û 14 kesêt dî birîndar bun.
Leşkirê Amerîkî li heftîya burî ragehand ku we çaverê diket jimara hêrişa li Iraqê zêde bibît li heyva Remezanê.