Belav kirina raporteke nepenî ya Agahîyêt Amerîkî li vê heftîyê ku zêdebûna gefa terorîzmê li cîhanê bi şerê Iraqê ve girêdide bûye egera cireyeke sîyasî li Washingtonê.
Raportên dengûbahsan dibêjin raporta Agahîyêt Niştimanî dibêjit maytekirina Amerîka li Iraqê bûye egera peydabûna berebaveke nû ji Îslamîyêt tundrê û terorîstan.
Peyivdarê Seraya Sipî razî nebû têbînîya li ser wê raporta nepenî bidet. Lê Rêveberêt Agahîyêt Niştimanî yêt Amerîkî John Negroponte dibêjît çend birkêt wê raportê ku roja yekşembî hatine belav kirin mana hemî naveroka raportê dîyar nakin.
Negroponte dibêjît li şerê dijî terorê pêdivîye hêjte bête kirin lê got şerê li dijî wek ku ew dibêjît ''gefa cîhadîyan li cîhanê'', Amerîka serkeftineke berçav bi dest ve înaye.
Endamêt Demokratêt hevrêk dibêjin ew raport nîşan didet ku rêbaza Amerîka li Iraqê sernekeftîye û pêdivîye rêbazeke nû li şerê dijî terorê bikar bînin.