Hêzêt hevalbendîyê li Iraqê tîroristekê gumanlêkirîyê El-Qayde li mala syasetvanê bilindê Erebê Sunnî, Ednan El-Duleymî, girt.
Karbidestêt Amerîkî dibêjin wan we bawere ku kesê gumanlêkirî dest hebye li pilan danan bu peqandina otombîla li devera kesik li Bexda.
Kesê gumanlêkirî nobetdar bîye li mala El-Duleymî û karbidest dibêjin eve bi wê manayê nahêt ku birêz El-Duleymî dest li çalakîyêt ne kanonî hebye.
Li bajêrê Tele’fer roja şembî otombîlek peqî û bi kêmî du kes hatin kuştin û 30 kesêt dî birîndar bun.