Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Israel zorîna hêzêt xwe li Lubnanê vekêşa


Nizîkî hemî serbzêt Israelî li Lubanan hatin vekêşan, bitinê hêzeka biçîka Israelî li gundekê tuxîvî maye.

Serokê hêza Netewêt Yekgirtî li Lubnanê dibêjit hindek serbazêt Israelî li gundê Xecer mayne ku di kevîte nêvbera tuxîvê Lubnanê û herêmêt Surî yêt dagîrkîrî ji layê Israelê.

Komandarê Netewêt Yekgirtî Meycer Ceneral Alain Pellegrini got we çaverê diket ev serbazeş li vê heftîyê bêne vekêşan.

Israelê 10,000 serbaz hinardine başora Lubnanê da şerê çekdarêt Hizbullah biken berî rêkeftina agirbestê li roja 14 heyva heşit.

Li dîv biryareka N.Y. Israel divye hemî hêzêt xwe li başora Lubnanê vekêşit û aştîparêzêt bîyanî û serbazêt Lubnanî bu wê herêmê bêne hinardin.

XS
SM
MD
LG