Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeh biryara Doza Duceyl li 16yê mehê nadet


Dadgeha Îraqê ya ku serokê ladayî Saddam Huseyn ji ber kuştina 148 Şîeyan li sala 1982yê dadgeh diket, dê li 16yê vê mehê kombît, lê berevajî pêşbînîyên berî niha, biryara xwe wê rojê nadet.

Peyivdarekî dadgehê got dadyar dê wê rojê ji nû ve bicivin û binêhrine delîlên li dijî bergûmanan ka têda çi kêmasî hene.

Wê dadgehê kombûna dawîn li meha 7 kiribû û çaverê dihate kirin ku li 16yê vê mehê biryara xwe bidet.

Heger mehkûm kir, çêdibît ku dadgeh cizayê îdamê ji Saddamî ra bibirrît. Ew digel 7 kesên dî tête dadgeh kirin ji ber pişka wan ya îddîakirî di kuştina 148 Erebên Şî’e li bajêrokê Duceyl da paş bizaveke ji bo kuştina Saddam Huseynî.

Ji bilî wê, Saddam ji ber kuştina bi 10 hezaran Kurdên Îraqî li salên 1987 û 1988ê jî tête dadgeh kirin.

XS
SM
MD
LG