Wezîra Derve ya Amerîka Condoleezza Rice çarşema îro li Qahîreyê bi serokê Misrê Husnî Mubarek re kom bû jibo danûstendineke bo proseya aştîyê li rojhilata naverast vejî.
Herdu kom bûn berî wê kombûna xanim Rice li Kenara Rojava bi serokê Filistînî Mahmud Abbas û serokwezîrê Îsraîlê Ehud Olmert re.
Rice dibêje ew li rêyekê digere ku alîkarîya rêzdar Abbas û partîya wî ya nermr ê ya Feth bike ku ev partî bi komeleya milîtana Hamas ya desthilatdar re bersîngê hevdu girtîye.
Xanim Rice roja sêşemê li Qahîrê bi wezîrê derveyê Misrê û şeş endamên Civata Hevkarîya Kendavê re li ser vê meselê peyivî.
Rice roja sêşemê di konferanseke rojnamevanîyê de got lazime Hamas rêzê bigre li qaîdeyên Komeleya Çaralîya Rojhilata Navîn (Welatên Yekgirtîyên Amerîka, Ewropa, Neteweyên Yekgirtî û Rûsya). Komele dibêje lazime Hamas dev ji şiddetê berde, pênasînê bi Îsraîlê bike û peymanên ku hikumeta berê bi dewleta Cuhu re kirine qebûl bike.
Hamas ji meha sê-Adarê, ji dema ku hikumeta xwe danîbû û heta îro ev şert qebûl nekirine.
Rice herwisa daxwaza sekinandina şerê di navbera Hamas û alîgirên Fethê de dike. Ji roja yekşemê heta niha 12 kes ji ber vî şerî hatine kuştin.
Wezîrê Derveyê Misrê Ahmed Abdul Gxeyîd got çaresernekirina pirsgirêka Filistîn bi gotina wî weke "belayekê" ye li ser pişta herêmê.
Hikumetên nermrê yên Ereban zorê didine Welatên Yekgirtîyên Amerîka ku dîsa bizavên danûstendinên aşîtîyê vejînin di navbera Îsraîl û Filistînê de.