Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîranên Koreya Bakûr jî daxwaza toleyên tund dikin


Cîranên Koreya Bakûr pişikdarîya Amerîka dikin bo danana toleyêt tund, dijî Pyongyang jiber ceribandina navokî.

Parlamana Japon bi giştîya denga, biryarek derbaz kir û daxwaza bi domahî înana bernama navokîya Koreya Bakûr diket.


Karbidestan li Tokyo got, reng e Japon piştevanîya kiryareke leşkerî li dijî Pyongyang bike.

Jêderêt hikumeta Japonî gote Dengê Amerîka ku behsê ragirtina kirîna hemî kelûpelêt Koreya Bakûr tête kirin herwisa hindek toleyêt dî yêt diravî.

Çîn dibêjît divîya Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî kiryareke di cîhê xwe de li dijî Koreya Bakûr biket.

Peyivdarekî Wezareta Derve got, belê Çîn dijî kiryareke leşkerî ye.




XS
SM
MD
LG