Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reng e dadgeh hukmê Saddam li 5ê meha 11 ragihîne


Karbidestêt dadgehê li Bexda dibêjin renge li 5ê heyva 11-Çirîya Duê, dadgeh hukmî li ser rêberê Iraqê yê berê Saddam Huseynî ragihînit.

Saddam bi gunehkarîyên dijî mirovanî ji wan kuştin û îşkencedanê hatîye tawanbar kirin. Ew renge bête hilawêstin heke hat û gunehbar kirin.

Karbidestêt Iraqê evro got li roja hikum li ser Saddamî tête dan, her li wê rojê pêdivîye hukim li ser heft tawanbarêt dî jî bête ragihandin. Ew heft tawanbar jî bi gunehkarîyêt dijî mirovahîyê hatine tawanbar kirin.

Her heyşt yên têne dadkirin bi tawana ku wan fermana kuştina 148 Şî'e dabû li gundê Ducêyl, piştî bizaveke kuştinê li dijî Saddam li sala 1982ê. Dadkirina wan berî salekê destpêkir.

Li dadkirineke dî Saddam herwisa bi tawana qirkirinê tête dadkirin. Ew dadkirin roja sêşembî dê destpêketeve.


XS
SM
MD
LG