Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afxanîstanê êriş li ser NATOyê


Mîlîtanên bergûman li rojhilata Afxanîstanê êriş li karwaneke serbazên Afxanî û hevpeymanan kir û sê serbazên NATOyê kuştin, yêk jî birîndar kir.

Karbidestên NATOyê got gava ku wan serbazan li parêzgeha Nurîstan ya nêzîkî tixûbê Pakîstanê nobedarî dikir bombeyeke lêva rê peqîyaye. NATOyê negot ka ew serbaz ji kîjan welatan in, lê pirranîya hêza wê li wê herêma Afxanîstanê ji Amerîkîyan pêktet.

Li parêzgeha Xeznî jî êrişkerekî xwekuj polîsekî Afxanî kuşt.

Berî hingê, hevpeymanîya NATO gotibû di şerrekî roja Duşembî li başûra Afxanîstanê da 55 serhilda û serbazekî NATOyê hatîne kuştin.


XS
SM
MD
LG