Rêberên Tirk rêza xwe bo serokwezîrê berê Bulent Ecevîtî dîyar diken paş mirina wî sîyasetvanî şeva Yêkşembî li jîyê 81ê.
Ecevît ji ber pengîna xwînê (an ‘‘cilt’’ê) ew şeş meh bû bêhiş li nexweşxaneyê bû.
Ew nêzîkî 50 salan yêk ji sîyasetvanên pêş yên Tirkîyê bû û xelkê ji ber dirustî û nefisbiçukîyê hez jê dikir.
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdoganî, ku li sala 2002yê ew kar ji Ecevît wergirtibû, got sîyaseta Tirkîyê yêk ji kesayetîyên herî giring ji dest da.
Serokê Tirkîyê Ahmet Necdet Sezerî jî ji ber sincê sîyasî û xwudanîya li bihaûnirxên nedînî pesna Ecevîtî da.
Sîyasetvan û hevwelatîyên Tirkîyê çûne nexweşxaneya leşkerî ya Enqerê da hestên xwe li deftera serxweşîyê binivîsin.
Ecevîtî dê roja Çarşembî bi rêûresmên fermî veşêrin.