Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

W.H.O. mînakên Înfluenza Balindeyan ji Çînê werdigre


Rêxistina Saxlemîya Cîhanî (W.H.O.) dibêje Çîn qebûl kiriye ku mînakên vîrûsa înfluenza balindeyan yên ku ji parveye ji wan dixwestin bide karbidestên Rêxistinê.


Nunerê Rêxistina Saxlemîya Cîhanî (W.H.O.) li Çînê Henk Bekedam got Wezareta Çandî ya Çînê piştrast kiriye ku wan 20 mînakên vîrûsên înfulenza balindeyan yên salên 2004 û 2005an şandine.

Dibêje zanist lazime bala xwe bidine wan mînakên vîrûsan ka ew hatine guhertin an na û herwisa ji bo ku dest bi çêkirina derman û derzîyên li dij wê nexweşîyê bikin.


Di vê navê de zanistekî bilind yê Çînê encama lêkolîneke li ser înfluenza balindeyan qebûl nekir ku ev lêkolîn dibêje li parêzgeha Fujian li rojhilata başûra Çînê şikleke nû û qewî ya vê nexweşîyê peyda bûye.

Birêvebirê Buroya Nexweşîyên Heywanan ya Wezareta Çandî ya Çînê got agahîyên di lêkolînê de ne rast in û rêya lêkolîn kirinê jî ne bi rêyeke zanistî bûye.

Heftîya buhurî şarezayên sihhet û saxlemîyê li Hong Kong û li Welatên Yekgirtî raportek li ser vî şiklê nû yê vê nexweşîyê belav kir. Ev raport ji alî Akadamîya Zanistî ya Netewî ya Amerîka ve hatîye çap kirin.

Nivîskarên wê lêkolînê dibêjin vîrusa mîna Fujian di nav şiklên din yên înfluenza balindeyan da ya herî bi bandor e û hê ji vêgave li Hong Kong, Malezya û li Taylandê belav bûye.


XS
SM
MD
LG