Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malikî ferman da ku revînkar dicîda bêne girtin


Serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malikî ferman da ku ew kesên ku do, roja sêşemê karbidestan li Bexdayê ji avahîyeke hikumetê revandibûn dicîda bêne girtin.

Li Zanîngeha Bexdayê çarşema îro rêzdar Malikî got revînkar ji tundrêyan xirabtirin ji ber ku wan şareza û zanayan revandine û nehiştine zanîngeh karê xwe bikin.

Çekdarên ku cilên polîsên qomando li ber kiribûn ji Înstîtuyeke lêkolînê li Wezareta Xwendina Bilind ya Iraqê komeke zilaman revandibûn. Karbidest dibêjin heta niha gelek ji wan rehîneyan serbest bûne.


Pênc polîsên bi wezîfeyên bilind li taxa Kerrada ya Bexdayê ku ew kes lê hatibûn revandin hatine girtin ku lêpirsîn li wan bê kirin.

Li ser vê babetê peyamhinêra Beşa Kurdî ya Dengê Amerîka Sirwa Abdulwahid li Iraqê raportek amade kiriye. Eger bixwazî guh bidî vê raportê ji kerema xwe re li jor nivîsa bi rengê şîn ku dibêje ‘Li raporta li ser revandina 100 kesî li Iraqê guhdarî bike’ bitiqîne.

XS
SM
MD
LG