Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamê Şî’eyan li Parlamana Iraqê gefe dikin


Endamê Şî’eyan li Parlamana Iraqê dibêje piştevanên oldarên tundrêyên Şî’eyan Muqtada El Sadr dê xo li hikumeta yekîtîya niştimanî vekêşin eger Serokwezîr Nûrî El Malîkî li heftîya bêhêt li Urdun digel serok Bushî kom bibit.

Endamê parlamanî Qusey Abdul Wahab beyannameyekê bi nave gruba Sadr belav kir û têde dibêjît gruba wî dê herwisa xwo li hikumetê vekêşît eger rewşa parastinê berev pêş neçît.

Piştevanên Sadrî 6 endam li kabîneya hikumetê û 30 endam jî di parlamanê de hene.

We biryar e ku serok Bush û El Malikî roja çarşembî û pêncşembîya bêhêt li Ammana paytextê Urdunê kom bibin bo bahskirina rewşa Iraqê.



XS
SM
MD
LG