Karbidestên Sûrîyê dibêjin mîlîtanekî Îslamî li ser sînorgeheke linav Sûrîye û Libnanê bombeyan bi xwe ve peqandîne û xwe kuştîye.
Ew dibêjin ew kesê bi navê Omer Hemra rêberê komela Îslamî ya bi navê ‘‘El Tewhid Wel Cîhad’’ bû. Karbidestên parastinê yên Sûrî dibêjin wan ew li sînorgeha (Cdaydet Yabûs) rawestandîye gava ku wî hewil dida ku bi nasnameyên sexte derbas bibît. Bi gotina wan, wî berê teqe li polîsan kir, û paşê bombeyan bi xwe ve peqandin.
Ew bûyer li demê girjîya tund linav sîyasetvanên Libnanî yên bi ser Sûrîyê û dijberên Surîyê qewimî.
Komela tagirê Sûrîyê, Hizbûllah, dibêjît ew dê vê heftîyê li dijî hikûmetê xwenîşandaneke mezin bidete kirin. Hizbûllahê ew kombûn dê heftîya bihorî daba kirin, lê paş kuştina sîyasetvanê dijberê Sûrîyê Pierre Gemayel ew paş ve dabû.