Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qubris gefe dike rêkê bigre li danûstandinêt li ser endamîya Tirkîye


Qubris gefe kir ku rêkê bigre li ber endametîya Tirkîye bo Yekîtîya Ewropa ji ber Tirk qebûl nekirin benderên xwe yên hewayî û deryayî ji Qubris re vekin.

Peyivdarekî hikumeta Qubrisê dibêje wê welatê wî biryarê bide ku çi helwestê wergire piştî wê kombûna rêberên Yekîtîya Ewropayê li meha 12 li ser ragirtina danûstendinên bi Tirkîye re bo endametîyê.

Berî vê yekê Serokê Qubrisê Tassos Papadopulos rexne li Yekîtîyê girt ku bi dîtina wî sengîyeke girantir danaynin ser Tirkîye.

Wezîrê Aborîya Tirkîye Alî Babacan dibêje lazime helwesta Ankara ya venekirina benderên xwe nebe asteng li ber endametîya vî welatî.

Dibêje lazime Yekîtî pêşî soza xwe bi cîh bîne li ser rawestandina helwesta tenê hiştina Tirkên Qubrisê.

Qubris ji sala 1974an û virda ye cûda bûye ji dema ku hêzên Tirkîye ev girav dagirt weke bersiva destveguhestina desthilatê ya li Nicosia ji alî hikumeta leşkerî ve li Yunanîstanê.

XS
SM
MD
LG