Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Pakîstanê soza guhartina qanûnan ji bo hêza jinan didet


Serokê Pakîstanê Pervez Musharraf soz da ku qanûnên nû bidete pejirandin ji bo hêzdarkirina jinên wî welatî.

General Musharrafî îro got parlamento li ser quhartina qanûna mîratî û qedexekirina zewacên bi zor û xurtî hizrên xwe diket.

Wî got ew qanûn ji serî heta bonî digel olê Îslamê rêkdikevin û gazî jinên Pakistanî kir ku li hilbijarti nên tên dengê xwe bidene alîyên nermrê.

Musharraf li vê dawîyê guhartina qanûna destdirêjîya ser namûsê an te’darîyê mor kir ku gelek xwenîşandan li dijî wê bizava wî hatine kirin.

Li dû qanûna berê divîya jinêkê çar şahid peyda kiriban ji bo ispata destdirêjî li ser namûsa wê hatîye kirin yan ne tûşî dadgehkirina bi tawana zinayê dibû.


XS
SM
MD
LG