Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye dibêjît bila Ewropa wê dûr ne êxît



" hspace=2 src="/kurdi/images/ap_turkey_PM_Erdogan_30nov06_eng_210.jpg" width=183 align=right vspace=2 border=0>Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan ji Yêkitîya Ewrûpî daxwaz diket ku welatê wî ji danûstandinên endamîya wê rêkxistîyê dûr neêxît.

Erdoxan li Enqerê got ew dê bibîte xeletîyeke mezin.

Komîsyona Ewropî li heftîya bihorî pêşnîyara ragirtina danûstandinên li ser heşt ji 35 babetan kir ji ber ku Enqere qebûl naket ku rê bidete gemî û firrokên Qubrisê ku bêne bender û balefirgehên Tirkîyê.

Çaverê tête kirin ku wezîrên derve yên endamên Yêkitîya Ewropî û rêberên bilind li heftîya têt biryarê li ser wê pêşnîyarê biden.

Finlandîya ku niha seroka Yêkitîyê ye îro piştevanî bo têbînîya Komîsyona Ewropî dîyar kir.

Lê Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt, ku niha bi seredan li Enqerê ye, daxwaza domandina daanûstandinan kir.

Serokê Fransayê Jacques Chirac û Rêbera Elmanyayê Angela Merkelê li civîna xwe li Elmanyayê pêkve ji rayedarên Yêkitîyê xwest ku demekî heta 18-mehan bo Tirkîyê danên ku wan pêgirtinên xwe derbarê Qubrisê da bicih bînît.


XS
SM
MD
LG