Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konfiransa aştbuna niştîmanî li Iraqê dest pêkir


Serok wezîrê Iraqî Nûrî El-Malikî daxaz ji endamêt berî yêt leşkirê demê desthelata Sedam Hûsên kir da pişkdarî li leşkirê nu yê Iraqê biken.

Birêz Malikî li destpêka konfiransa aştbuna niştîmanî li Bexda roja şembî got ew serbazêt berî ku neşên dîsa pişkdarî di leşkirî da biken dê nuçê wergirn.

Bi sedan şandêt giropêt tîreyî û olîyêt Iraqê pişkdarî li konfiransê kirye bu ragirtina tond û tîjî ya tayfî.

Hevdem, hêzêt Amerîkî û Iraqî şeş gumanlêkrî li bajêrê Sedir li Bexda girtin. Leşkirê Amerîkî ragehand ku li wê hêrişê çekdarek hat kuştin û yekê din birîndar bu.

XS
SM
MD
LG