Evro eynî çekdarên Felestînî bo demek kurt li devera Xezze û Kenara Rojava bi şer çûn, pişt rêkeftina agirbestê li nêvbera grupêt Feth û Hamas.
Li devera Xezze çekdarekî Hamasê li şer û lêkdanêt li nêzîkî mala wezîrê derve Mahmûd Zahar hate kuştin.
Li Kenara Rojava jî karbidestêt saxlemîyê dibêjin bi kêmî du kes birîndar bûyîn demê çekdarêt Feth teqe li bizavkarêt Hamasî kirin ku xwepêşandanek li Nablusê saz dikir.
Hêjayî gotinê ye Feth û Hamas li roja sêşembî rêkeftineka agirbestê mor kir piştî heftîyeke tundûtûjîyê ku têda pitir ji 12 kes hatin kuştin.