Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gates got bila dost û dijmin bizanin, Amerîka li Kendava Farisî her dimîne


Wezîrê nû yê parastina Amerîka dibêje zêdekirina hebûna Hêza Deryayî ya Amerîkî li Kendava Farisî li bersiva qet kiryarên Îranê nîne lê nîşanek e ku Amerîka bo demeke dirêj li wê herêmê dimîne.

Robert Gates ev yek li Bexda ji peyamhinêran re got. Gates zêdekirina Hêza Deryayî bi peyamek bo hemî welatên herêmê da nasandin. Wî got ‘hemî kes, hem heval û hem jî ewên ku xwe wek dijminên me didin nasandin divê bizanin ku Amerîka li Kendava Farisî ye û her li wêrê dimîne.’

Vê heftîyê tora televîzyona Amerîkî CBS ragihand ku zêdekirina Hêza Deryayî ya Amerîkî li Kendavê bi mebest bo ragirtina Îranê ye, li desteve înana çekêt navokî û piştevanîkirina çekdarêt Şî’e li Iraqê.



XS
SM
MD
LG