Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê berî yê Amerîkî Ford kuça dumahî kir


Serokê berî yê Amerîkî Gerald Ford li jîyê 93 salî kuça dumahî kir. Berêz Ford hêvarîya roja sêşembî li mala xwe li bajêrê Rancho Mirage li Calîfornia mir. Ford li roja 14 heyva 7 sala 1913 li Nebraska ji dayk bu.

Berêz Ford yekem cêgirê serok û serokê Amerîkî bu ku bê helbijardin bête ser desthelatî.

Ford li sala 1973 bu cêgirê serokî demê cêgirê serokî yê wî demî Spiro Agnew dest li karî vekêşa.

Sala piştî hingî, Berêz Ford bu serokê 38 yê Amerîka piştî serok Richard Nixon jiber şermezarîya Watergate dest li karî vekêşa.

Berêz Ford bu demê du sal û şeş meha serok ma lê bi rêkxistina mala Amerîkayê piştî şerê Vêtnamê û têkçuna barê sîyasî ya welatî dête danan.

Berî biçîte nav cihana syasetê, berêz Ford yarîzanê fotbolê bu li zanîngeha Michigan.

XS
SM
MD
LG