Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mirina Serok Gerald Ford


Mirina Serok Gerald Ford
Mirina Serok Gerald Ford
<!-- IMAGE -->

Welatên Yekgirtîyên Amerîka şîna serokê berê Gerald R. Fordê ku di temenê xwe yê 93 salî de mir dike. Serok George W. Bush dibêje: ‘‘Serok Ford zilamekî gelek heyf bû ku salên herî hêja yên jîyana xwe di xizmeta Amerîka da buhurandibû. Bi rastî camerêkî wisa bû ku di kesayetîya Amerîka de alîyên herî baş nîşanî xelkê dida. Berî ku dinya pê bi hisse, wî bi awayeke balkêş wezîfeyên xwe dikirin di Hêza Deryayî ya Amerîka da û di Kongresê de.’’

Rêzdar Fordê ku Komarî bû ji sala 1965 heta sala 1973 wezîfa Rêberayetîya Kêmanîyê kir di Civata Nuneran de. Di sala 1973 de li du bîst û pêncemîn guhorîna di destûrnama Amerîka da ew ji alî serok Richard M. Nixon ve wek cîgirê serokî hate hilbijartin. Ew hate hilbijartin piştî dev ji kar berdana cîgirê serokî Spiro Agnewê ku bi bertîl xwarinê dihat sûcdar kirin.

Serok Nixon di sala 1974 de dev ji karê serokatîyê berda dema ku bi Şermezarîya Watergate eşkere bû ku heya rêzdar Nixon hebû ku hin kes bê destûr û bi şêweyeke dizî ketibûn nav bingeha Partîya Demokratîk ya di avahîya Watergate de li Washingtona paytext. Bi vî awayî cîgirê serokî Ford, bû 38. serokê Amerîka û yekemîn serokê ku bê hilbijartina gelerî were ser kar.

Serok Bush dibêje: "Gerald Ford di demeke wisa de hate ser kar ku pêdivîya xelkê herî bi serokayatîyeke aş û rast hebû ji bo sax bûna birînên vî netewî. Di dema wezîfa wî de gelê Amerîka serok Ford wek zilamekî bi şertê xwe nas kir ku desthilatdarîyeke bi şarezayî û bi hestên qewî li welatê xwe dikir."

Hin ji serkeftinên serokatîya wî yên di sîyaseta derve de nehêlana şerê Rojhilata Navîn bû, bi rêya hem alî kirina Misrê û hem jî Îsraîlê. Wî herwisa di navbera van herdu welatan de navînî kir bo peymaneke agirbesê ji bo demeke dîyar kirî. Herwisa serok Ford û rêberê Sovyetê Leonid Brezhnev sînorên nû danîbûn ser çekên navokî.

Di sala 1976 da serok Ford di hilbijartina serokatîyê de ji bo wezîfeke çar salan li hember berbijarê Partîya Demokratîk Jimmy Carter sernekeft. Rêzdar Carter jibo rêzdar Ford dibêje “Min di jîyana xwe de hewqas karmendek û merivekî di xizmeta gelê xwe de bû ku meriv heyrana wî dibû, nas nekirîye.”

Serok Bush dibêje Welatên Yekgirtîyên Amerîka şîna serok Gerald Ford dike û dibêje: “Vêga wê ev camêrê hêja bê veşartin ji alî malbata wî ya ku wê herdem jê hezbike û netewa wî ya ku wê herdem minnetdarê wî be.”


XS
SM
MD
LG