Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seddam Hûsên hat li sêdaredan


Serokê berî yê Iraqî Seddam Hûsên bi tawanêt dijî mirovayetî hat li sêdaredan.

Seddam berî rojhelatê roja eynî li Bexda hat li sêdaredan, çar roja piştî dadgeha pêdaçun ya Iraqê hukmê sêdaredan yê wî pejirand.

Dîktatorê berî yê 69 salî li roja 11 heyva 11 hukmê sêdaredanê ser hate dan bi tawana kuştina 146 Şî’a li sala 1982 piştî bizaveka neserkeftîya kuştina wî. Televîzyona Iraqî vîdyoya kuştina wî belav kir.

Ew li sêdaredan li avahîya berî ya dezgeha pêzanîna leşkirî li taxê Kazimîye yê Şî’a birêve çû.

Jimareka zora xelkî rijyane ser şeqama bu derbirîna xweşhalîya xwe.

XS
SM
MD
LG