Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê zêdegavî berdewam in


Li Iraqê du rojan piştî îdam kirina dîktatorê berê zêdegavî berdewam in.

Leşkerê Amerîkî ragihand ku hêzêt wî şeş milîtan kuştine demê hêzêt Amerîkî li du agahîyan çûyîn ku we dîyar kirî cihekî xweveşartina El Qaîde li rendekeka Sunnîyan li Bexda heye.

Piştî hingî yek ji avahîyan hate nasandin ku avahîyê sîyasetvanê Sunnîye Salih El Mutlaq, rêberê beroka danûstandinên niştimanî.

Leşker dibêjît teqe li leşkerê Amerîkî hate kirin û hêzêt Amerîkî jî bersiv dave û şeş milîtan hatin kuştin.

Bi alîyekî dî ve raportên ragihandina Amerîkî û malperên cihê bawerê we dîyar dikin ku jimara giştîya kuştîyêt hêzêt Amerîkî li Iraqê gehîştîye 3000 kesan. Lê hêjta Pentagon ev jimare piştrast nekirîye.

Hin dengûbasên dî; raport ji Urdunê radigihînin ku kîja mezintirê yê Seddam Husêynî pişikdarîya bi sedan xwenîşanderan kir ku evro li Ammanê nerazîbûna xwe li ser îdam kirina Seddam Huseynî dîyar dikir.

XS
SM
MD
LG