Noqaveke Amerîkî ku bi hêza navokî kar dike û gemîyeka petrolê ya Japonê li Behra Erebî li hev keftin.
Karbidestên Amerîkî û Japonî dibêjin kes birîndar nebûye û çi zîyanêt serekî û mezin negihîştîne ne noqavê ne jî gemîya petrolê.
Ev lêkdane evro qewimî nêzîkî dertenga Hurmuz li navbera Îranê û Ummanê. Gemîya petrolê li Kendava Farisî berev Sîngapurve diçû û desteya gemîyê 8 Japonî û 16 Filipînî têdabûn û noqava Amerîkî 127 gemîvan li ser bûn.
Xudanê gemîya Japonî got gemîya wî dişîya xwe bigihînte benderekî nêzîkî Mîrgehên Erebîyên Yekgirtî da wê zîyana gihîştîye çêbiketeve.