Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê bi kêmîve 50 milîtan hatin kuştin


Hêzên Iraqî îro (sêşem) bi piştevanîya firokeyên Amerîkî li navenda Bexda bi milîtanan re şerekî giran kirin.

Wezîrê Parastina Iraqê dibêje di vî şerrê nav saetekê de bi kêmîve 50 xirabkar hatine kuştin.

Firokeyên Amerîkî hewqas ji nizmve difirrîyan ku te dikaribû ji kolanên Heyfa ew bidîtina. Li Heyfa bi giştî Sunnî bi hêz in. Leşker dibêje bi çekên sivik û hinarokan teqe li wan dihate kirin.

Leşkerê Amerîka dibêje kiryar îro demek zûve destpêkirîye bi armanca girtina bergumanan, rawestandina hereketên xirabkaran û bi destvexistina konrola tenahîyê ji alî hêzên tenahîya Iraqê ve.

Ev şer rojek berî ku serok Bush sîyaseta xwe ya nû bo Iraqê bîne zimên hate kirin. Senatorê Komarî Gordon Smithê ku roja duşemê bi serokî re daxuyanîya kurt radigihand digot nîyeta wan heye ku 20 hezar serbazên din ji bo demeke kurt bişînin Iraqê.

Di vê navê de karbidestên Tirka dibêjin firokeyeke barxane ku ji Tirkîye birêve ketîye îro li nêzî Balada ku li bakûra Bexdayê ye ketîye xwarê û têde 32 kes mirine û du kesên din jî winda ne.

XS
SM
MD
LG