Karbidestên Iraqê dibêjin çekdaran li ber otoboseka hecîyên Şî'e, ku ji Erebîstana Suudîyê vedigerîyan, buseyek veda û bi kêmîve 9 kes kuştin û 14ê dî birîndar kirin.
Karbidest dibêjin hêrîşa evro li bajêrê Kerbela li başûr qewimî.
Li başûra Bexda li Mahmudîye bi kêmîve kesek hate kuştin û sê kesên dî birîndar bûn bi teqîna otomobîleke li nêzîkî benzînxanekê.
Leşkerê Amerîkî herwisa dibêjin sê serbazêt Amerîkî roja sêşembî gîyanê xwo ji dest da ku du li wan di şerrekî de li parêzgeha Ambar brîndar bûbûn û yê di li parêzgeha Dîyala teqe lê hatibû kirin û hate kuştin.
Bi alîyekî dî ve Şîretvanê Parastina Niştimanî Muwaffaq El Rubaî li bajêrê Necef digel rêberê Şî'e yê mezin Ayetullah Alî El Sîstanî kom bû.
Rubaî dibêje rêberê Şî'e gotibû ku pêdivîye bi tenê hêzêt dewletê çek hebin û yêt ne destûrdayî pêdivîyê bêne li çek kirin.
Roja sêşembî serbazên Amerîkî û Iraqî çend saeta şerê xirabkaran kir li cadda Heyfa li Bexda, ku bingeheke xirabkarên Sunnî ye. Karbidestêt Iraqê gotibû ku 50 xirabkar hatibûne kuştin.
Bi alîyekî dî ve serokê Iraqê Celal Talabanî got li sêdaredana du tewanbarêt dî yêt digel Saddam Huseynî, ew jî Barzan Îbrahîm û Awad Hemed El Bender, pêdivîye bête paşêxistin.
Biryara mirinê li ser herdua hate dan ji ber desthebûna wan di kuştina 148 Şî'eyan da li gundê Ducêyl li sala 1980yan.
Çi roj bo li sêdaredana wan hêjta nehatîye dîyar kirin.