Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Iraqê seredana Dîmeşiqê kir 


Serokê Iraqê Celal Talebanî roja yekşembî gehişte Dîmeşiqa paytextê Surya. Eve yekem seredana serokekê Iraqîye bu Surya li 30 sala.

Birêz Talebanî digel serokê Surî Beşar El-Esed kom bî bu baskirna tenahî, parastin û bazirganî.

Li heyva 11 Bexda û Dîmeşiq têkelîyêt dîplomasî yêt xwe dest pê kireve piştî qetyana peywendîyêt wan bu demê 26 salan.

Seddam Hûsên, demê ku serokê Iraqê bu, têkelîyêt xwe digel Surya ragirtin piştî Dîmeşiq piştevanîya Iranê kir li şerê nêvbera Iraq û Iranê.

XS
SM
MD
LG