Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konferansa li Ankara li ser daxwaza paşêxistina referandumê li Kerkukê


Li jêr çavdêrîya Enstîtuya Stratejîya Navnetewî li Ankarê konferanseke du rojan li ser daxwaza paşvexistina referanduma li Kerkukê hatîye rêxistin. Serokê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Omer Şêxmus bi generalekî Tirkîye Nejat Eslen re hevpeyvînek li ser vê babetê kirîye û hevkara me Fexrîya Doskî raportek ji vê hevpeyvînê amade kirîye. Li jêr hun dikarin ev raport bixwînin:

Generalê karnişîn Nejat Eslen ji Enstîtuya Global Strategy li Ankara got armanc ji konferanseke du rojî li ser pirsa Kerkuk ew bû, li wê konferansê nunerêt alîyêt olî, nijadî û tîreyî ji seranserê Iraqê rêbazeke giştî bo mesela Kerkuk dîyar bikin.

Pirsyar ji general Nejat Eslen hate kirin ku Civata bajêrê Kerkuk roja pêncşembî di belavokekê de gazinde kiribûn ku çi li nunerêt Kurd bo wê konferansê nehatibûne mêvan kirin. General Eslen got, " Belê partîyêt Barzanî û Talabanî nehatibûne mêvan kirin jiber ku rêbaza wanî ya dîyar e li ser bakûra Iraqê û Kerkuk û Iraqê."

Ji general pirsayar hate kirin ku pirsa Kerkukê pirseke hessas e û gelek alozî heye ku ew mesele bipeqet û kêşeyeke nijadî li paşerojê peyda biket. Li dû rojnama Turkish Daily News ya roja pêncşembî serok Bush li dijî daxwaza Tirkîye ye ku referanduma li ser Kerkuk bête paşêxistin. General Nejat Eslen ji Enstîtuya Global Strategy li Ankara got: "Ew bîr û hizra Amerîkîya ye, lê alîyêt pişikdar di konferansê de li ser mesela Kerkuk bîr û hizreke cuda heye û hemî hevbîr in ku pêdivîye referandum bête paşêxistin."

Sebaret encamêt konferansê general Nejat Eslen got: "Berî her tiştekî li konferansê hate gotin ku Kerkuk ya milletê Iraqê ye. Yekîtîya axa Iraqê divîya bête parastin, nift ya gelê Iraqê ye, referandum divîya bête paşêxistin, heta ku destûdarêt Iraqê adetî lê têt."

Pirsyar ji general hate kirin "Erê Kurd pişkek in ji milletê Iraqê an ne?" Wî got "Belê Kurd pişkek in ji gelê Iraqê." General Eslen got nunerêt pişikdar li Konferansê bahra pitir di wê bawerîyê de ne heta ku pêdaçûn li ser destûdarêt Iraqê neyête kirin bê mana ye ku referandum bête kirin û got nunerêt konferansê dixwazin ku gelê Iraqê çareyeka bi aşitî bo pirsa Kerkuk bînin û ne bi rêka şerrî û peqandinê û kuştina yekûdu.

XS
SM
MD
LG