Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanê kuştî Hrant Dink hate veşartin


Rojnamevanê kuştî yê Ermenî Hrant Dink îro li Stenbolê hate veşartin bi beşdarîya bi deh hezaran behîdaran wek nîşandana piştevanîyê bo Tirkîyeyeke azadtir.

Hindek behîdaran dîruşmeyên bi nivîsên "Em hemî Hrant Dink in, em hemî Ermenî ne" bilind kirin.

Li demê wan rêûresman rêberê Civaka Ermenîyên Tirkîye Masrobê II, gazî Tirkan kir ku Ermenîyan wek hevwelatîyên xwe qebul biken, ne mîna bîyanîyan an ne mîna kesên renge bibine neyarên wan.

Rêzdar Dink sernivîskarê heftenameya Agos ya bi zimanê Ermenî û Tirkî, roja înî, li ber dergehê rojnameya xwe, li bajêrê Stenbolê hatibû kuştin.

Dozger dibêjin xortekî nûgeh gotîye wî ew rojnamevan kuştîye ji ber wê hesta wî ku wî digot Dink, bêrêzî li Tirkîyê kirîye.

Bi kêmîve şeş kesên dî hatine girtin. Serokwezîrê Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan kuştina Dink mehkum kirîye, û soza dadgehkirina berpirsyaran daye.

Hrant Dinkî neteweperestên Tirk ture kiribûn bi gotina jenosîdê jibo tevkuştina Ermanîyan li dewerê Osmanîyan, li serê sedsala 20ê.

Tirkîye bikarînana gotina jenosîdê red diket. Dadgeheke Tirkîyê pêrar Dink bi şeş mehên zindanê ceza kir jiber bêrêzîya li nasnameya niştimanî ya Tirkîye.

XS
SM
MD
LG