Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qumandarîya David Petraeus hate pesend kirin


Civata Senatorên Amerîkî bi têkraya denga qumandarîya general David Petraeus pesend kir bo rêberatîya leşkerê Amerîkî li Iraqê.

Heyştê û yek dengên erê û bêy dengên dij, general David Petraeus dê cihê qumandarê leşkerî George Casey bigretin.

Bi alîyekî dî ve serok Bush îro eynî digel wezîrê berevanîyê û serokê stunên leşkerî û herwisa David Petraeus li Seraya Sipî kom bû.

Rêbaza nû ya serok Bush hinartina 21 hezar û 500 serbazên zêdetirên Amerîkî bo Iraqê vedgirtin belê duhî çarşembî Komîteya Têkelîyên Derve ya Civata Senatoran biryarek derbaz kirîye, merc nîne bête cêbicê kirin dibêjitin, hinartina serbazên zêde, ne di berjewendîya niştimanîya Amerîkî de ye.

XS
SM
MD
LG