Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di şerê navbera Hamas û Feth de 17 kes hatin kuştin


Bi zêdebûna şer û lêkdana di navbera komela Hamas û ya Feth yêt Felestînî evro bikêmîve 17 kes li devera Xezze hatîne kuştin.

Karbidestêt Hamas û yêt Feth ragihand ku ew rêkeftîne li ser rawestandineke nû bo şerrî, belê hêjta dîyar nebûye ka dê çi pêgirtin bi rêkeftinê hênekirin an ne, an jî dê her wek ku rêkeftinêt berî nûke têk biçin.

Du karbidestêt Feth ji wan kesan bûn ku evro hatîne kuştin. Van zêdegavîyan destpêkir rojekê piştî rêkeftineka dî li ser rawestandina şerrî hatîye kirin bi navberîya Misrê.

Duhî şeş kesêt dî hatibûne kuştin. Milîtanêt Hamas hêrîş kirine ser ofîsên serok Mahmud Abbas li Xezze û li ser Radyoya Rêxistîya Bizava Feth, her wisa bizava Feth jî hêrîş kirine ser Zanîngeha Îslamî ya ser bi Hamas.

XS
SM
MD
LG