Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Diravnameya sala 2008 li ber Kongresê ye


Kongres roja sêşemê dest bi axaftina li ser pêşnîyara diravnameya sala 2008 ya serok Bushî diket, rojekê piştî ragihandina wê bernameya mezaxtinê ya bi buhayê 2 trîlyon û 900 milyar dolaran.

Komîteya Karûbarên Leşkerî ya Civata Senatoran ya Kongresê roja sêşemê dest bi civîna li ser alîyê berevanîyê yê daxwaza serokî kir. Ew pêşnîyar daxwaza nêzîkî 2 hezar û 245 milyar dolaran bo mezaxtinên li Iraq û Afganistanê diket ji bilî nêzîkî nîv trîlyon dolarên bo mezaxtinên dî yên wek wezareta berevanîyê.

Serok Bushî roja sêşemê li kombûnekê, nêzîkî Washingtona paytext got li dariştina diravnameyê, armanca wî ya serekî parastina gelê Amerîka ji terorîstan bû. Wî got aborî bi dewlet serê bacên nizm, mezin û xurt bûye.

Pêşnîyara diravnameya serokî, vebirîna hindek bernameyên navxweyî wek saxberîya tendurustîyê û perwerde kirinê vedigrît. Li warê navnetewî pêtir ji 5 milyar dolaran destnîşan diket ji bo saxberî û bersîng girtina nexweşîya AIDSê li dinyayê. 300 milyon dolarên jibo xebata li dijî nexweşîya Ta an Malaryayê û herwesa hindek pare jî jibo alîkarîya mirovanî û aştîparêzî li Sudanê di diravnameya sala 2008ê da ne.

Endamên Partîya Demokrat bilez têbînîyên nerînî li ser wê pêşnîyara diravnamê ragihandin. Serokên herdu komîteyên diravnamê hem li Civata Nuneran, hem jî Civata Senatoran ya Kongresê got ew pêşnîyara serok Bushî dê welatî bi rêyeke xelet ve bibet.

Wezîrê Berevanîyê Robert Gates dibêjît ew hizra xwe diket ka çi biket eger plana şandina pêtir serbazan ya serok Bushî bo Iraqê bi kêrî guhertina rewşa wî welatî nehat. Wezîrî got ew dê bê pirsyarî bît eger ji niha li ser wan pêngavan hizrên xwe neket .

Jimareke desteyên Kongresê roja sêşemê danûstendinan li ser Iraqê kirin piştî ku Komarîyan roja çarşemê rê neday axaftina ser pêşnîyara biryarnameyekê li Civata Senatoran li dijî nexşeya pêtir serbazan ya serok Bushî bo Iraqê.

XS
SM
MD
LG