Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka li bere ku rê bide 7000 penaberên Iraqî werin Amerika


Amerîka dibêjît ew li bere ku rêkê bidete 7000 penaberêt Iraqî di heşt heyvêt hatî da bêne wergiritin. Eve jî zêdebûneke mezin e ya penaberêt Iraqî ku Amerîka rêkê didet ku bêne Amerîka ku ewey sala 2003, kêmtir ji 500 penaberêt Iraqî hatîne wergirtin.

Peyivdarê Wezareta Derve Sean McCormack piştrast kir ku Wezîra Derve Condoleezza Rice digel rasperê bilind yê Neteweyên Yekgirtî bo karûbarên mişextî axiftîye.

Peyivdarî got Amerîka dê wan Iraqîyan wergirît ku digel Amerîkîyan kar kirîye li welatê xwe û ewêt ku li jêr gefa tolevekirinê bin û got Amerîka dê harîkarîyêt xwe bo mişextên Iraqî li welatêt dî jî zêde ketin.

Mişextên Iraqî li Surya û Urdunê pitir hemî welatêt dî ne lê herdu welat bizavê diken ku hatina mişextan vebir biken.

XS
SM
MD
LG