Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bush jibo Afganistanê daxwaza zêdekirina serbazên NATOyê dike


Serok Bush dibêjît nexşên NATO bo kiryarên nû li Afganistanê bo xurtkirina hikumeta nû ya demokratîk e li wî welatî.

Serok Bush soz da ku muhleta hebûna 3200 serbazên Amerîkî dirêjtir biket. Rêzdar Bushî got NATO çaverê diket ku Taliban hêrîşêt xwe zêde biket demê zivistan bi domahî têt, vêca NATO hêrîşêt xwe berî wan destpêbiket.

Serok Bush di gotarê xwe da bo Enstîtuya Enterprise ya Amerîkî ya li Washington ji hevalbendên NATO xwest da harîkarîyê biken bo pirkirina valahîyêt parastinê bi hinartina pitir hêzêt xwe û vebirkirinêt li ser serbazan bêne rakirin da bişên pitir kiryara biken.

Rêzdar Bushî spasîya rêberêt welatên NATO kir ku pênasîn bi grîngîya Afganistanê kirîye bo parastina welatêt wan bixwe.

Serok Bushî behsê pêşveçûnê kir li Afganistanê û got li ser demê Taliban her wekku şevereşekê bû.

XS
SM
MD
LG