Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Amerîka li ser Ebu Eyub El Misrî daxuyanîyek da


Leşkerê Amerîkî gumana xwo ragehand biramberî rîporta ku dibêjin rêberê El Qaîde li Iraqê Ebu Eyub El Misrî li şer û lêkdanekê digel serbazên hikumeta Iraqê birîndar bîye.

Karbidestên Leşkerê Amerîka li Bexda got çi nîşan û berjeng nîne ku ev rîporte rast bin.

Telefizyona El Iraqîye li ser zimanê peyivdarê Wezareta Navxweya Iraqî ragihand ku El Misrî li şer û lêkdanekê digel polîsê Iraqî li bajêrokê Beled brîndar bîye û harîkarê bilindê wî hatîye kuştin.

El Misrî ku herwisa bi Ebu Hemze El Muhacir dihête nyasîn, Misrî ye û bîye rêberê El Qaîde li Iraqê li sala buhurî piştî rêberê grupê Ebu Musab El Zerqawî hate kuştin.

Hevdem Hêzên Iraqî, Amerîkî û Berîtanî berdewamin li operasyona parastinê li Bexda û bajêrê Besra li başûra Iraqê li bizavekê bo nehêlana tundûtûjîya tayîfî û xirabkarîyê li Iraqê.

Ji layekî dî ve serokê Iraqê Celal Talabanî got ku mezintirîn grupa çekdarîya Şî'a li Iraqê Leşkerê El Mehdî ferman daye hinek ji endamên xwo da bi şêweyeke demkî li Iraqê derkevin.

Leşkerê Mehdî ser bi oldarê tundrê yê Şî'a Muqtada El Sadr e ku karbidestên Iraqî û Amerîkî dibêjin nûke ew li Îranê ye.

XS
SM
MD
LG