Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Condoleezza Rice gehîşte Urdunê


Wezîra Derve Condoleezza Rice, paş danûstandinên bi rêberên Îsraîlî û Felestînîyan ra li Urşelîm-Qudsê, gehîşte Urdunê û digel şah Abdullahî kom bû.

Riceê îro herwisa digel karbidestên parastinê yên ji Erebistana Saudî, Misr, Mîrgehên Yekgirtî yên Ereban û Urdunê jî civînek kir.

Ew danûstandin jibo xurtkirina hêza serokê Felestînî Mahmud Abbas in û jibo hindê ne ku daxwazên navneteweyî yên mîna pênasîna bi dewleta Îsraîlê bi komela Hamas bidine qebûl kirin.

Serê vê mehê komela Feth ya Abbas û ew komela Îslamî Hamas rêkeftibûn jibo avakirina hikumeta hevgirtinê ya Felestînîyan. Lê ew rêkeftin ji Hamasê daxwaza pênasîna bi Îsraîlê an, daxwaza mehkum kirina zordarîyê naket; ew herdu daxwazên Amerîka û Îsraîlê.





XS
SM
MD
LG