Polîsê Iraqî ragehand ku li encama hêrişeka xwekujî li dervey kolîjeka Bexda bi kêmî 40 kes hatin kuştin û 30 kesêt dî birîndar bun.
Polîsî ragehand ku hêrişberekê xwekuj li dergeha kolîja rêvebirin û abûrî xwe peqand û zorîna qurbanîya xîndevanin.
Ew kolîj ser bi zanîngeha Mustensirîye ye ku dikevîte devereka zorîne Şî’e li Bexda. Li heyva burî, du peqîn li heman zanîngehê çêbun û 70 kes hatin kuştin.
Herwesa polîsê Iraqî çêbuna jimareka peqînêt otombîla û hêrişêt muşeka ragehand.
Otombîlek 100 metir dîr ji balyozxana Iranê li Bexda peqî û du kes hatin kuştin.