Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Linav raporta mafên mirovan, navên Sudan, Rusya, Çîn û Îran


Wezîra Derve Condoleezza Rice raporta salane ya liser rewşa mafên mirovan li welatên seranserî dinyayê roja Sêşembî ragehand.

Ew raport Sudan, Çîn, Rusya, Afxanîstan, Misir, Zîmbabwe, Burma, Koreya Bakur, Kazaxîztan û Îranê wek xirabtirîn zêdegavên li ser mafên mirovan dadinêt.

Ew raporta hikûmeta Amerîkî dibêjît zêdegavîyên mezin li ser mafên mirovan par li Rojhilata Navîn tepeserkirina sîyasî û sînordarkirina azadîya dîyarkirina bîrûbawerîyan bûn.

Raporta salane ya Wezareta Derve dibêjît şerrê tîreyî pêşveçûna mafên mirovan û demokrasîyê par li Îraqê lawaz kir.

Raport dibêjît sîcîla bêwec ya mafên mirovan ya Îranê hêj xirabtir bû û behsê sînorên hikûmeta Tehranê li ser azadîya axiftinê bikarînana hêza bêqam li dijî cidabîran kir.

Derbarê Misrê da raport dibêjît girtîtîya Eyman Nur, berbijarê berê yê serokatîyê, cihê alozîyeke micid e ji guhartinên sîyasî.

Li ser Îsraîlê, raporta wezareta Derve, reftarê xirab li girtîyên Filistînî û her wesa ferqûcidahîya li hevwelatîyên Ereb yên Îsraîlê nivîsî.

Lê rêvebirê rêkxistîya mafên mirovan Human Rights Watch (Zêrevanîya Mafên Mirovan) Kenneth Rothî got hindek kiryarên Amerîka, mîna yên li girtîgeha Berava Guantanamo li Girava Kuba, zîyan gihandîye bawerîya ji Amerîka derbarê mafên mirovan da.

XS
SM
MD
LG